Kultur
Logoyek xweşik çêbike 300 dolarê xwe werbigre
Rêveberiya Rewşenbîrî û Huneriya Zaxo daxuyaniyek belavkiriye têde daxwaz ji hunermendên dizayner û şêwekaran hatiye kirin ku ji bo festivaleke navdewletî logoyek amade bikin û beranber da 300 dolar diyarî werbigrin
Li daxuyaniyê de hatiye belavkirin ku li heyva hezîrana 2020 festîvala Zaxo ya Şêwekariya Navdewletî ya Yekê dêhête saz kirin. Pêşbaziyek heye ji bo destnîşan kirina logoyek xweşik û ciwan û guncayî bê ji derbirîna Zaxo û hunerê şêwekariyê.
Her wiha berdewamiya daxuyaniyê de hatiye nivîsîn: Hêvîye her kesê bivê nimûne û mînaka logo yê bigihîne Rêveberiya Rewşenbîrî û Huneriya Zaxo heta 10.03.2020 roja dawî ya wergirtina mînak û nimûneyane. Ewê mînaka wî bê jêgirtin û hilbijartin dê bi 300 $ dolaran bête padaşt kirin.