Civak

Hejmara pîrejin û pîremêrên Çînê çende?

Li gor nifusa sala 2019 ya Çînê, hejmara hemwelatiyên wê 1.420,062.022 yek milyar û 62 milyonan derbas kiriye. % 51.6 Nêr û % 48.4 Mê ye û %60 ê nifusê li bajaran dijîn.

Li gor van amaran Navenda temenê ya nifusa Çînê 37 sale ku eve jî dide xûyakirin, hejmara pîrejin û pîremêran zêde dibe.

Li sala 2017 an de temenê wan kesên ser 60 salî de li Çînê 962 milyon bûye. %17.3 ê Çînê serveyê 60 salî ne û heta sala 2050 dihate pêşbînîkirin ku bibe 487 milyon kesên ser 60 salî. Eve jî tê wê wateyê ku ji her çar kesên Çînî yek ji wan serveyê 60 salî dibe.

Helbet eve jî barê Hikûmeta Çînî di warê aboriyê de giran dike, ji ber ku budçeyeke zêde ji bo malnişînî sîgorta û avakirina xaneyên bi salçûyî û temendirêjan sal bi sal zêde dibe. Li Çînê li gor sala 2017 an 28 hezar malên pîrejin û pîremêran heye 7 milyon kes li wir dijîn.

 

Back to top button