Corona dijminê pîrejin û pîremêrane
Li gor amarên Worldometer encama temena wan kesên ku ji Corona virusê mirine hatine eşkere kirin, zêdetirê wan pîrejin û pîremêrên Çînî bûne. Her wiha gelek balkêşe ku virus heta niha hîç zarokek nekûştiye û tuş nekiriye. Li gor van amaran, virusa Corona wisa xûya dike ku zêdetir pîrejin û pîremêran kiriye armanc.
Ev amar dide zanîn ku ji 11.02.2020 û heta îro li Çînê 72.314 kes tuşbûyên nexweşiya COVID-19 e.
Li gor temenê rêjeya miriyan:
Temen rêjeya mirinê
80 salî û sertir % 14.8
70-79 salî % 8.0
60-69 salî % 3.6
50-59 salî % 1.3
40-49 salî % 0.4
30-39 salî % 0.2
20-29 salî % 0.2
10-19 salî % 0.2
0-9 salî mirin nîne
Li vir da jî bi awayeke giştî hatiye dîtin ku ji vê virusê heta niha zarokek nemiriye û tuşî nexweşiyê nebûye.
Li gor rêjeya cinsî û cenderî kesên ku ku ji virusa COVID-19 mirine:
Li gor rêjeya cinsî
Nêr(Mêr) % 2.8
Mê (Jin)% 1.7
Li gor rêjeya ku ew kesên ji ber virusa corona mirine, berê wan çi nexweşî hebûne
Rêjeya mirinê COVID-19:
Berî mirinê çi nexweşi hebûne
Nexweşiyên dil û xwînberan % 10.5
Şekir an ku Diyabet % 7.3
Nexweşiyên henase û nefes wergirtinê % 6.3
Ji ber tansiyona bilind % 6.0
Qansêr % 5.6
Berê tuşî çi nexweşî nebû % 0.9