Civak

Li Wan ê 5 nexweşên Corona hatin binçavkirin

Li bajarê Wan ê piştî wan du nexweşên hemwelatiyên Koriya Başûr vê carê jî 3 hemwelatiyên tirkiyê tuşî virusa corona bûne.

Sezer Ogrenç Serokê Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê ya bajarê Wanê ragihandiye ku li bajarê Wanê 3 kesên ku ji Îranê hatine li nexweşxaneya Lêkolînî û Perwerdeya Herêma Wanê hatine binçavkirin.

Her wiha Ogrenç dide zanîn li bajarê Wanê ji bo kontrolkirin û çareseriya vê nexweşiyê tûneye divê ji bo çareseriyê li benda biryara Enqereyê bimînin.

Berî heftiyek jî Birêvebirê Tendirustiya bajarê Wanê ragihandibû ku wan mînakên li ser 2 nexweşên Koriya Başûr ji bo bajarê Enqerê şandibûn û li gor zanyariyên ku ji Enqerê hatibû ragihandin li ser wan 2 nexweşên Koriya Başûr virusa Corona nehatibû dîtin.

 

Back to top button