Dosya
Dahat û xwendin zêde dibe axaftina Kurdî jî kêm dibe
Navenda Lêkolînên Meydaniyên Siyasî û Civakî 16 bajar û 49 bajarokên Kurdistana tirkiyê lêkolînan kiriye û ji 5.600 kesan pirs û lêkolîn hatine kirin û li gor encama wê lêkolînê, hindî dahat û asta xwendina Kurdan bilind û zêde bibe axaftina zimanê Kurdî jî kêmtir dibe
Li gor rapora Navenda Lêkolînên Meydaniyên Siyasî û Civakî de hatiye eşkerekirin ew malên ku nexwendewar û nenivîskarin % 76.2 ê wan bi zimanê Kurdî dipeyvin û % 19.8 ê wan jî tirkî dipeyvin. Ew kesên ku zanîngeh û xwendina bilind temamkirine %61.1 ê wan zimanê Kurdî dipeyvin û % 36.2 jî zimanê tirkî dipeyvin.