Cîhan

Trump: Rûsya piştevaniya Beşar Esed neke

Êrîşên dewleta Suriye bi piştevaniya Rûsya li ser Idlib zêde kiriye, li meha 12 ya sala derbasbûyî artêşa Suriye bi hevkarî û piştevaniya Rûsya dest bi bombebarana Helebê kiribû. Armanca vê çalakiyê derxistina hêzên terorîstiyên îslamiyên ser bi tirkiyê ye, yên li wan navçeyan bûne.

Ajansên Fransa roja dûşemê raporek belavkirin ku behsa peywendiya telefoniya Donald Trump Serok Komarê Amerîka û Receb Tayib Erdogan Serok Komarê Tirkiye eşkere kir.

Rapora wê pêwendiya telefoniyê bi fermî ji aliyê Koşka Spî ve hate piştrast kirin. Tê gotin Donald Trump beramber zêdebûna kêşeyên li navçeyê dilgiraniya xwe derbiriye.

Arteşa Suriye êrîşên xwe yên li Idlib û her wiha parêzgehên dewrûberê wê bi taybetî li Hema, Heleb û Lazqiyê zêde kiriye. Li gor nûçeya Reuters Arteşa Esed rijde li ser kontrol kirina wan navçeyan.

Dewleta tirkiye li şerê Idlibê rijde li ser piştevanîkirina hêzên terorîstan lê belê piştî wan pêşrewiyên serbaziyên Suriye û her wiha bordumana asmanî çendîn navçe ku li sala 2012 ve li bin destên terorîstên îslamiyên tirkiyê da bûn bi taybet gûndewar û bajarên biçukên Helebê girtine.

Balkêş e ?
Close
Back to top button