Polîtîk

Kurdistan li Amerika

Nûnerayetiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Washington bi armanca belavkirina zanyariyên dewlemend li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka dosyayekê dengî(podcast) ya nû belavkir ku eve jî yekemîn care bi awayeke fermî ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve dosyeyekî dengî bê belavkirin.

Dosyeya dengî li jêr navnîşana (Kurdistan li Amerîka) ye ku hemû heyvê carekê helqeyekê wê bê belavkirin. Li hemû helqeyek da di destpêkê de bi kurtî behsa nûçeyên dawî yên li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka destpêdikekat û paşê hevdîtin dibê li gel kesayetiyeke şareza û xwedî ezmûn û li ser babetên peywendîdar yên di navbera Herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka de kar kiribe.

Yekemîn helqeya dosyeya dengî hevpeyvînek bû li gel xanima Heba El Kayal rêkxerê pêşangeha (Axaftina li ser rêyên çiyayan: Diyaloga hunermendên Kurd) ku niha wê pêşangeha li Peymangeha Rojhilata Navîn li Waşîngtonê vekiriye. Ev dosyeya dengî niha berdeste ji bo guhgirtin û li rêya malperên (http://bit.ly/KiApodcast) û her wiha li bernameyên spotefey û stecher û li paşarojeke nêzîk da bernameya Podcast a Apple jî berdest dibe.

Her wiha ew kesên ku dixwazin li vê bernameyê de beşdar bibê, dikarin li rêya vê emailê peywendiyê bi wan re bikin ([email protected] ).

 

Back to top button