Civak

Jinên Kirmaşanê Gulê (maddeya hişbir) bikartînin

Di parêzgeha Kirmaşanê de, bikaranîna maddeyên hişbir di nava jinan de zêde bûye û maddeyeke hişbir ya bi navê “Gul” di asteke zêde daye ku jin wê bikartînin.

Ev demeke ku maddeya hişbir ya bi navê “Gul” cihê xwe di nava maddeyên hişbirên dinê Îranê de girtiye û ev maddeya hişbir 7 beranberê maddeya “Şîşe”yê hêza hişbiriya xwe heye û ziyaneke zêde bi leş û hûndirê mirovan digihîne.

Agehdarnebûna ji ziyanên vê maddeya hişbir û bi gote gotên bê bingeh ku qaşo ev maddeyeke xwezayiye û tu ziyaneke xwe nîne, laşê mirovan lawaz dike û ji bo nexewkirinê başe, gelek kesan xistine nava vê maddeya hişbir.

Wekî tê zanîn rejîma Îranê ji bo firotina maddeyên hişbir li nava civakê de, bi taybet li deverên Kurdistanê de, mezintirîn ziyanê bi jiyana civakî – aborî û her wisa tendirustiya xelkê dide û ji wî karê xwe, behreyên siyasî û leşkerî werdigre.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button