Polîtîk

Serok Barzanî û Mihemed Helbusî jî li hevkirin

Roja yekşem 16.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed Helbusî Serokê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li civînê de di derbarê rehendên rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin, li ber ronahiya civînê jî her dû aliyan li ser van xalên xwarê rêkkeftin:

1. Karkirina li gel hemû hêzên siyasiyan bi navê derbasbûna ji wan tengasiyên niha û beşdarîkirina li vegerandina aramiya Bexda û parêzgehên dinê xwarê yê Iraqê.

2. Pêwîste hikûmeta nû ya Iraqê nûnerayetiya hemû pêkhatên Iraqê bike û li ser bingeha hevbeşî û şeraketa niştimanî be.

3. Divê bernameya hikûmetê bi rûnî û bi zûtirîn dem balê bikşîne li ser amadekariyên ji bo encamdana hilbijartina pêşwext, wekî ku bi cîhkirina daxwazên xwepêşanderan û ev babete divê bibê karê pêşîneya hikûmeta nû.

4. Pêwîste bernameya hikûmeta nû planekî rûn û eşkere li xwe bigre, ji bo vegerandina rûmeta dam û dezgehên dewlet û parastina aştiya civakî û dawî anîna destwerdana derekî û hiştina çek tenê bi destê dewletê ve û nehiştina diyardeya çekdarên nefermî.

5. Berdewamiya karê hevbeş li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî ya bi navê yarmetîdana Iraqê li rûbirûbûna gefên terorê û zalbûna li ser paşmaweyên terorîstên Da’îş da.

6. Karkirina bi navê berdewambûna peywendiya dû aliyane ku ew jî bi navê hemahengkirina helwestên her dû aliyan û hevbeşên din be.

 

Back to top button