Polîtîk

Osman: Destekê derve li pişt bûyerên Zaxoyê heye

 

Endamekê parlamentoya Îraqê li dor bûyerên Zaxo û bajarên din yên devera Badînan got ku destekê derve li pişt mezin kirin û berfireh kirina wan bûyeran heye û daxwaz ji berprisên herêma Kurdistanê kir ku lêkolîneyeke lzgîn li ser wan bûyeran dest p bikin.

Mehmûd Osman endamê parlamentoya Îraqê ser bi kutleya  Hevpeymaniya Kurdistanî di daxuyaniyekê de got ku hindek alî li pişt bûyerên devera Badînan in û got:

Hindeke alî li pişt bûyera şewitandina hotel û cîyên tûrêstî hene. Ew alî dizwain cudahiyên olî li herêma Kurdistanê û reaksyona wan li heber wan bûeran ji bo têkdana rewşa emnî li herêmê û rewşê ber bi aloziyê bibin bkatînin.

Osman got ku ev karekî gelek xeter e û dive desthilatdarên herêma Kurdistanê bi awayekî lezgîn hewila kontrolkirina rewşê bidin û rê li pêşiya wan aliyan yên ku dixwazin bûyeran ber bi aqarekê xeraptir bibin, bigirin.

Divê encamêm lêkolînan bên eşkere kirin û da ku ew bûyer cereke din rû nedin, pêwîste tawanbar bi dijwarî bên mehkeme kirin.

 

Back to top button