Peykerê Dil xwe gihand Kolnê

Peykerî Dil filmeke dramayiya Kurdî ye û sala bihurî gelek ji bajarên Kurdistanê hate pêşandan û ev demeke li bajarên Ewrupa jî tê pîşandan.
Yek ji wan filmên ku dixwaze sînemaya Kurdî pêş bixwe filmê Peykerê Dile. Armanca vî filmî ewe ku girseyek zêde ya xelkê bibe salonên sînemayê. Bi hatina welatiyan ya sînemayê re wê dahatek were qezenc kirin û bi wê dahatê jî wê filmên nû bêne çêkirin.
Roja şemiyê 01.02.2020 UCI Kinowelt a li Hurt a Kolnê mazûvaniya fîlmeke Kurdî kir. Fîlma bi navê Peykerî Dil, behsa çîroka xortekî feqîr û xizan û keçeke dewlemend dike. Anku fîlmeke romantîke, pêkenîn û muzîk jî tê de heye. Derhênerê fîlmê jî Shwan Attoofe.
Her wiha Helwêst Mihemed, Nizar Selîm, Narîn Alan û Heme Elî rolê sereke(Baş rol) di filmî de girtine. Filmê Peykerê Dil di nava 8 mehan de hatiye çêkirin. Di roja 4’ê Hezîrana sala 2019’an wate roja yekem ya cejna Remezanê li Silêmanî, Hewlêr, Dihok û Kerkûkê hate pêşandan û heya niha jî filmê Peykerê Dil tê nişandan.