Sala 2015 Zerdeştiyan xwe eşkere kirin
Awat Husamedîn: Piştî sala 2015 Zerdeştiyan karî xwe eşkere bikin
Awat Husamedîn Nûnera Ola Zerdeştiyan li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî li hevpeyvîneke taybet de behsa ola Zerdeştiyê dike û tîşk dixe ser wê yekê ku Zerdeştiyan piştî sala 2015 ve ewan karîne xwe wekî Zerdeştî eşkere bikin.
Di derbarê ola Zerdeştiyê li Kurdistanê de Nûnera Zerdeştiyan dibêje: Ola Zerdeştî li berî zayînê ve hebû û Zerdeşt pexemberê Kurde, raste li Urmiyê ji dayikbûye, lê belê peyama wî ji bo hemû mirovayetiyê ye û li gel wê demê û niha jî diguncê, peyama wî li ser zanista (Bîr û hizra baş, gotinên baş, kirdarên baş) ve girêdayîye ol, her hebû li nav Kurd de, lê belê rejîmên dîkatoriyan nedihiştin ev yek eşkere bibe. Heta li sala 1991 te dikaribû piçek bi azadî bigota ez Zerdeştîme. Li 2015 bi azadî Zerdeştiyan karî ola xwe binasênin, piştî wê yekê ku bi yasaya jimara 5ê sala 2015 her sê Serokayetiyên Kurdistanê û Hikûmet û Parlemen pejirandin ku ev yasa taybet bû bi azadiya olan li Kurdistanê. Niha jî heşt olên cûda li Kurdistanê heye. Pêwîste hemû olek nûnerê xwe hebê li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Kurdistanê. Lê belê hemû olek nûnerên wan nîne tenê musilman, Mesîhî, Êzdî Birêveberên wan yê Giştî heye, lê belê pênç olên dinê wekî (Zerdeştî, Kakeyî, Yarsanî, Cihû, Behayî û Sabîî) Nûnerê wan heye li Kurdistanê û Wezareta Ewqafa Kurdistanê.