Dosya

Eyloyên Kurdistanê difroşin Kendava Erebî

Rêxistina Jîngeparêziyê ya li devera Germiyan hişdariyê dide ku hinek nêçîrvanên Germiyanî balindeyên balkêşên Kurdistanê bi giştî û mê ya Eylo bi taybetî li ber ji navçûnê daye.

Li gor rêxistinê nêçîrvanên eyloyan piştî nêçîrkirina wan difroşin Erebên Kendavê û hinek car jî Ereb bi xwe li nêçîrê de beşdariyê dikin û ji aliyê hinek berpirsan ve hêsankarî ji bo wan tê kirin.

Kurdistan dewlemende bi komek ajal û balindeyên kuvî, lê belê nêçîrvan bûne bela li ser vê jîngehê û ji bo pirkirina berikên xwe amadene jîngehê ji nav bibin.

Îrahîm Zerîf Serokê Rêxistina Jîngeparêziya Germiyan daye zanîn ku “Bi agahdariya berpirsên Germiyan, çendîn dewlemendên Kendava Erebî rû li devera Germiyanê dikin û bi pereyên xeyalî li rêya çend nêçîrvaneke nefs biçûk ve, balindeyên xweşikên Germiyan ji bo xwe dibin û li Kendavê ji bo pêşbirkê û lîstok û nêçîrê bikartînin.

 

Back to top button