Bi vegera Ereban, tevgera DAŞê li derdora Şingalê zêde bûye
Fermandarê Pêşmergeyên Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku Ew erebên ku di nava DAÎÛê de destê wan di kuûtina kurdan de hebûn vedigerin Şingalê. Hêjmara wan ereban li derdora Şingalê zêde bûye. Di nava wan kesên ku vedigerin berpirsên DAÎŞê wek emîrê Daîşê jî hene û ew cardin ji bû vê deverê dibin metirsîyek mezin.
Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Vegera Ereban bo Şingalê berdewam e û ew Ereb berê destê wan di kuştina Kurdên Êzdî de hebûn û belgeyên me li ser vê yekê hene. Herwiha beşek ji wan emîrên DAIŞê bûn û niha bi alîkariya Hikûmeta Iraqê vedigerin navçeyê.”
Şeşo wiha got: “Piştî vegera wan DAIŞiyan bo navçeya Şingalê êdî tevgeran DAIŞê li navçeyê zêde bûye û bûne metirsiyeke mezin li ser Şingalê û eger rewş wisa berdewam be, dê dest bi êrîş û karên terorîstî jî bikin.”
Şeşo wiha domand: “Jibilî wê jî, li Sûriye û Heşda Şeibî çekdarên DAIŞê bi pereyan dişînin sînorê Şingalê, da ku careke din Şingal bikeve destê DAIŞê. Lê Pêşmerge nahêlin ew yek pêk were.”