Polîtîk
DW: Almanya perwerdekirina Pêşmerge de berdewame
Ajansa Almanî Deutsche Welle(DW) li ser daxuyaniyeke Wezareta Berevaniya Almanya ragihand ku îro 26.01.2020 demjimêr 18:00 ve perwerdekirina hêzên Pêşmerge wê berdewam bike.
Piştî kûştina Qasim Suleymanî Fermandarê Îranê qonaxa perwerdekirinê bi awayeke demkî hatibû rawestandin. Îro demjimêr 18:00 an de Wezareta Berevaniya Almanya li daxuyaniyeke taybet de ragihandiye ku qonaxa perwerdekirinê îro dîsa destpêdike. Her wiha hatiye ragihandin ku ev biryar bi hevbeşiya Hêzên Hevpeymaniya Dijî Daîş ve bi awayeke hevpar wergirtin.
Li Kurdistanê li çarçoveya Hêzên Hevpeymanan de 90 leşkerên Almanî li rêya Hêzên Hevpeymanan ve perwerdiya leşkerî pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.