Polîtîk

Gelo BDP xwe ji parlementoyê bide aliyekî?

Di vê qonaxa ku êrîşên hukumetê di çerçova doza KCK-ê de li ser BDP-ê zede bûyîn de, BDP bi xwe jî ketiya di nava lêgerînekî de. Niha BDP pirsa ku xwe ji parlementoyê bide aliyekî yan jî xwe ji komisyona amadekirina destûrê bide aliyekî tê gotubêj kirin.

Herweha tê zanîn ku hevserokên BDP û KCD li Kurdistana Başûr  hevdîtina pêktînên. Îhtimalek mezin dê berpirsên KCK jî bibînin û li gel wan jî bûyerên dawî gotubêj bikin.

Di derbarê pirsa ku BDP xwe ji parlementoyê bide aliyekî daxuyaniya berpirsêk yê KCK-ê Duran Kalkan jî balkêşe. Kalkan dixwaze BDP xwe ji parlementoyê bide aliyekî û xebata xwe bi awayek din berdewam bike.

Lê li himber hemî êrîş û tedariya hukumetê û li himber hemû girtinan di çerçova doza KCK-ê de mayina BDP di parlementoyê de pêwistiyek girîng e. BDP di rewşa îro de xwe ji kar û barê parlementoyê bide aliyekî, rewş tund tir dibe û itimala ku prosesek ber bi aşitiyê ve herê qet namîne.

Rojevakurd

Back to top button