Cîhan

Amerîka ji bo zêdetir sizadana Îranê 90 roj muhlet dide Ewrupa

Wezîrê Berevaniya Almanya piştrast kir ku Amerîka ji bo devjêberdana peymana Atomî ya li gel Îran fişareke zêde li wan kiriye û li gel ewe jî ew dibêje ku wan siyasetekî serbixweyî heye. Heman demî de Wezareta Gencîneya(Xezîneya) Amerîka 90 roj wekî muhletê bi Ewrupiyan daye ku dawiyê bi bazirganîkirina li gel Îranê bînin.

Annegret Kramp-Karrenbauer Wezîra Berevaniya Almanya bi awayekê rapora roja pênçşem ya rojnameya Washington Post piştrast kir ku rojname nivîsîbû ku Amerîka fişar û zextê li Ewrupiyan kiriye ji peymana Atomî derkevin û piştevaniyê li projeyên nû yên Serokê Amerîkayê bikin.

Wezîra Berevaniya Almanya dibêje: Ewê Amerîka behs dike wekû gefeke jî tê şîrovekirin, li gel ewe da jî ew li gel Fransa û Brîtanya siyaseta xwe ya serbixwe di derbarê peymana Atomî ya li gel Îranê heye.

Heman demî de Amerîka 90 roj muhletê bi wan hemû welatan ku li nav wan de yên Ewrupî jî heye daye. Steven Mnuchin Wezîrê Gencîneya Amerîka ragihand ku piştî 90 rojan hemû cûre bazirganî kirinek li gel Îranê wekî binpêkirin tê temaşekirin û sizaya binpekeran jî tê dayîn.

Balkêş e ?
Close
Back to top button