Civak

Li Tirkiye qedexa li se Wikipedia hate rakirin

Li Tirkiye dadgehê biryar da ku qedexeya li ser Wikipedia yê rake û cardin li Tirkiye xelk bikaribe Wikipedia bi kar bînin.

Wikipedia 29ê Nîsana 2017ê li Tirkiye hatibû qedexekirin û xelkê nikariya malpera Wikipedia vekin û bikevinê, Dadgeha Destûrê biryar da ku qedexekirina vê malperê wek binpêkirina mafekîye. Li ser biryara Dadgeha Destûrî ya Bilind, li Enqere dadgehekî ew biryar pejirand û biryara qedexekirina Wikipedia ji holê rakir.

Malpera www.Wikipedia.org bi sedema ku Tirkiye wek arîkarê hinek rêxistinên terorist dabû nasandin , ji aliyê rayadarên vê welatî ve hatibû qedexekirin. Niha jî bi biryara Dadgeha Bilind a Destûrî ev qedexe hate rakirin.

 

Back to top button