Civak

Alîkarîyên Başûrîyan : 13 TIR ji Îbrahîm Xelîl derbasbun

Ji ber erdheja li Wanê û li Erdîşê  xelk ji ber tirsa erdhejeke nû nikarin di xanîyên xwe de razin. Xelk di vê sermaya zivistanê de mecbûr dimîne ku li derve û di bin baran û berfê de debara xwe bike.
Li herêmê nêzîkî 600 hezar kes dijîn û konên ku gihajtine herêmê têra xelkê nakin.

Li dûv vê felaketê birayên me yên başûri jî çend kampanyayên alîkarîye çêkiribun.
Di encama van hewldanan de 60.000 Bettanî , 40.000 kilîm û 500 kon bi barê 13 “TIR”an ve ji derîyê Îbrahîm Xelîl derbasî bakurê Kurdistanê bun.

 

Back to top button