Polîtîk

PAKê li Hewlêrê Seredana PDKyê  Kir

Heyeta  PAKê li Hewlêrê Seredana Mekteb Elaqat a PDKyê  Kir

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, li gel endamê Komîteya Birevir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Birêz Orhan Kaya û Rêvebirê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî, roja 15.12.2019an li Hewlêrê seredana Mekteb Elaqat a PDKyê kirin.

Berpirsê Mekteb Elaqat a PDKyê birêz Elî Husên û rêvebirên Mekteb Elaqat a PDKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Di vê seredanê de herdu alîyan girîngîya peywendîyên PDK û PAKê anîn ziman û di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê , Tirkîye û Iraqê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina heyetên PAK û PDKyê bi awayekî dostane û biserkeftî li dar ket.

15.12.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button