Cîhan

Serkeftinek mezin destve anî

Piştî hilbijartinên giştî yên Britanyayê serokê Partiya Karker Jeremy Corbyn da xûyakirin ku wan di hilbijartinan de winda kir û ji bo vê yekê jî dê ji serokatiya partiya xwe vekişe.

Li Britanya di hilbijartinan de pirsa sereke ewbû ku, ka dê Britanya di nava Yekitiya Ewropa de bimîne yan derkeve. Partiya muhafazakar ya ku serokwezîr  Boris Johnson serokatiya wê dike di hilbijartinan de serkeftiyek mezin destve anî û partiya wî bi sere xwe dikare hukumetê ava bike.

Serokwezîrê Britanya Boris Johnson kesayetek wek dostê kurda tênaskirin û wî di dema weziriya xwe de serdana Kurdistanê kirîbû.

Partiya Muhafazakar 368 kursî destve anî û bû partiya yekem û parlementoyê de piranî destve anî. Ji bo ku partiyek bi sere xwe bikaribe hukumetê ava bike 326 kursî pêwistin.

Partiya Karker xesarak mezin destve anî  71 kursîy winda kir û tenê 191 kursî kar kirin.

Back to top button