PKK li rojavayê Kurdistanê navê Kurdistanê winda dike
Gelo dema mirov dibêje Bakurê Suriye, behsa kîjan deverê dike? Ji bo Kurda û lîteratora wan a siyasî de bakurê Suriye, Kurdistane yan axa ereban e ? Ji alyek din ve rojava çîye? Dema mirov dibêje rojava behsa kîjan deverê dike? Ji bo çi evqas termên cografîk tevlîhev dikin? Armanc ji vê yekê çîye?
Ji berî desthilata PKKê li Kurdistana Suriye çêbibe, xelkekî Kurdistana di bin dagirkeriya Suriye de wek rojavayê Kurdistanê yan jî Kurdistana Suriye bi nav dikiran. Sîyaset yan jî rêxistinek nikare van nava biguherê. Lê PKKê bi zanebûn her gotina rojava bi karanî û armanca siyaseta wan di vê yekê de eşkerebû. Wan tenê ji bo nave Kurdistanê winda bikin û rojek ji roja firsenda dewletbûnê pêkwerê da ku rê lê bigrin tenê gotina rojava bi karanîn.
Gelek cara mirov difikire rojavayê kûderê? Rojava li her welatekî heye., lê ji bo çi bi israr hewldidin nave Kurdistanê winda bikin. Ji xwe di rastiya xwe de tevgera PKKê li Kurdistana Suriye ne tenê navê Kurdistanê winda kir, hemû nirx û sembolên Kurdistanî jî qedexe kirin.
Niha dema dibêjin ku bakurê Suriye gelek cihên cuda dikeve di navabakurê Suriye de. Tirkiye gelek hewldan ku nave Kurdistanê winda bike. Heta bi karanîna nave Kurdistanê wek tawanekî bû. Qedexebû.Lê tevgera Kurd kêm zêde her demî deverên ku Tirkiye digot, rojhilatê başûrê Tirkiye yan jê rojhilatê Tirkiye ev yek qebûl nedikira û digotin ev dever Kurdistane. Heta gihat radeyekî berpirsên dewletê jî behsa gotina Kurdistanê kir û hinek rêxistin, komele û partiyên siyasî jî bi navê Kurdistanê hatin avakirin.
Ji bilî dema destpêka damezirandina xwe, tevgera PKKê û dezgeh û aliyên pêve girêdayî tu cara navê Kurdistanê bi karneanîne.
Armanca PKKê di winda kirina navê Kurdistanê de eşkereye. Lê gelo çima ev etrafên din û heta beşek mezin ji medya Kurdistanê jî tenê gotina rojava bi kar tîne? Ev yek dibe xizmetkirina windakirina navê Kurdistanê.
Gelo kesek yan jî akilmendek dikare bêje ku bakurê Suriye li kû derêye? yan jî çikas axa Kurdistanê dikeve bakurê Suriye? Dema em wek Kurd siyaseta Tirkiye, Rusya yan jî Amerikayê li Suriye binirxînin divê pîvana me rojavayê Kurdistanê be, xaka Kurdistanê di bin desthilta Suriye de be. Tişta ku destê yekem de kurda eleqeder dike rewşa Kurdistan û Kurdê suriye ne. Ji bo vê nabê ku mirov rastiya welatê xwe ji ber çavên xwe winda bike.