Cîhan

Belgeyek nehînî di derbarê serokwezîrê Iraqê yê nû..?

 

Belgeyek nehînî ya Heşda Şeibî ji aliyî medya Iraqî ve hatiye belav kirin û di belgeye de behsa serokwezîrê nû yê Iraqê tê kirin/

Belge ji aliyê Fermdandeyê Giştî yê Îstîxbarata Heşdî Şabî û Serokê milîsên Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî va bo desteya Serokatoya Heşdî Şabî hatiye şandin.

Di belgeyê da hatiye aşkerekirin eşîrên 6 parêzgehan bi awayekî nihênî kar bo wê yekê dikin ku fermandeyekî weke nûnerekî xwepêşanderan bibe serokwezîrê nû yê Iraqê.

Herwiha di belgeyê da amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ew kesê wê weke serokwezîr bihê destnîşankirin xwedî pileya ferîq û bi cilûbergên û hejmareka kêm a pasewan li nava şar bajarên Iraqê hatûçûnê dike.

Herwiha Parlementerê Hevpeymaniya Fetih aşkere kiribû Ferîq Rukin Ebdulwehab Saedî, diyartirîn kandîde bo wergirtina posta serokwezîriya Iraqê.

Ferîq Rukin Ebdulwehab Saedî (temen 56 sal) fermandeyi berê yê hêzên dijeterora Iraqê bû. Bi fermana serokwezîirê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji posta xwe hatibû dûrxistin û din ava wezareta bergirî ya Iraqê da hatibû erkdarkirin.

Herwiha Henîn Qedo ragihanibû zorbeya kutleyên şîeyên Iraê piştgiriya Ferîq Rukin Ebdulwehab Saedî dikin ku bibe serokwezîrê Iraqê.

Ji destpêka meha Cotmehê va xelkê Iraqê bo di dawîbûna gendelî û xizmetguzariyan derketibûn kolanan û dest bi xwepêşandanan kiribûn. Li gelek parêzgehên Iraqê di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî yên Iraqê da pevçûnan rû dabûn û di encama aloziyên di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan da herî kêm 430 kes miribûn û 19 hezar kes jî birîndar bibûn.

Piştî berbelavbûna xwepêşandanan û li ser daxwaz rêberê dînî yê Iraqê Elî Sîstanî serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 30-11-2019an dest ji kar vekişandina xwe aşkere kiribû.

 

Back to top button