Ezê ji we re mînakê bêjim, wexta ku Beraja Kebanê çê dikirin gelê me Kurd feqîrbûn diçûn li wir dixebitin. Hevalekî go, yekî Dorikî xityar hate wir ji bo ku bixebitiê. Wilo li wan vînca û wan mekîna, wan îskela nerî got: “Eeaw ev çiye yaho, wê çi çêkin? Edin ku “Wele dibê beraje wê berajê çêkin. yani bendav. Xityar got: “Beraj çiye? Edin got, wele ez nizanim beraj çiye, lê wa endazyar mihandiz li wire jê bipirse ewê ji te re bêjê bê çiye. Xityar got: “Kuro bi telaq mihandiz jî nizanê ev çîye, ma wê çi ji min re bêjê? Ê din got: “Ma naxwe vê qas mesrefê dikin çawa nizanin. Dîsa xityar go, kuro wilo van hesina û van tişta li hev dixerbiqênin bê dawî çi derket wê bêjin me ev çê dikir.

Ew xityar ji ji van Kurda bû. Kurdê me jî çi bi serê wan we rê, çi bidne ber wan wê bêjin me ev dixwest û dexwaza me ev bû.

Ev ser kundir çi bi serê wan tê nel bîra waye. Li ê derbasbûyî ne dipirsin û ne aqil jê digrin. Bilûra ber gaye, çira ber kora ye, şîret ji wan re ne hewceye û lê ne hêjaye! Ew xeberê wan êvaran sibehî radibin ku tev ketine qulê dîwaran.

Wekî wan sofyê mala şêx ku mele di bêjên (Xweda û Pexember) wisa gotiye,ew sofî na hisênin, lê ku hinek bejin mala şêx tiştik gotine guhê wan dibine mertal û çavê wan beq dibin. Yanî ew cîyê ku pêve hatine girêdan ew çi bêjin biryar a waye. Li rastî xwahrîyê nanerin,galgal ji wan re bê fêdeye.

Vê serpêhatîyê bixwine û şîrove bike! Nihaka ev gelê Kurt î belengaz û reben, xwe helifandin bi girtin û kuştin û talan kirin. Zarokê xwe didine kuştin û gundê xwe xera kirin goç bûn bajara û Anatolya nav Tirka. Ê ku li cî û warê xwe man jî dawî xanîkê xwe bi ser xwe de xera kirin û hîn jî nizanin bê çi dikin! Pêşî çi ji wan re digotin û çi bi serê wan hat û nihaka çi dibêjin?

Ji dewleta ser bi xwe hate öz yönetim,dûra hate demokratîk cuhuriyertî. Navê xwe jî kirne demoqratîka, gela, dîse jî dibê erê ewbû, em wê çê dikin. Ser kundirin serê wan wekî kundir valeye kundir mezine lê nava wî valeye, sê çar dendik têde hene û valeye ji xeynî reçalê kundir nabê tiştik, serê wan ew kundire.

Ez dibêjim gerek serê me re ne wekî kundir vala bê, divê hinek aqil têde hebê. Heger hindik jî bê, bele hinek hebê.

Dibêjin: Îmamê Xezalî li Îranê li bajarê Tûşa kurê esnafekî bû. Bavê wî gelek hij îlim dikir got: “Ezê kurê xwe bidme xwendin. Ku çi mesref lê herê ezê wî bidme xwendin. Kurê wî jî xwedî zihnîyetek xwirt û aqilekî mukemel bû, li Tuşa xwendina xwe xelas kir û berê xwe da bajarê Corca li wir xwendina xwe ber dewam kir.

Li Corca pênc sala xwend û gelek pirtuk bi dest kistin û temamê wan pirtûka ezber kirin perê wî hebûn kitêb gelek peyde kirin û hemî weteyê wan xwendin û tefsîr kirin û dawî li ser hev dû nijinan din. Heta her tiştê di îlmê Kur’Anê de hebû hemî xwend û vewejart û qedand. Rojekê berê xwe da bajarê Tuşa welatê xwe, beşdarî karwanekî bû ew qas kîtabê xwe hemî kirne têra de û li devehekê kirin û bi karwan re bi rê ket.

Birê de nijdevan ketne pêşya karwan de şelihandin. Meznê nijdê şûrê xwe kişand û gote, Îmam Xezalî ku “ Barê xwe valake ev çîye tevê valake erdê. Îmamê Xezalî got: Ez di bextê we de, malê min û ruhê min emrê min teva ev îlmê mine. Îlmê min nebin, hûn cilê min jî ji min bikin û perê min teva bela ji we re bin, hema îlmê min nebin. Sernijdevan got: “Ka îlmê te kanî li kûwe? Îmamê Xezalî “Li ser pişta devihê barkirye.

Ê ser nijdevan li barê wî nerî ku hemî tev pirtûkin, pê kenîyan gotiyê: Til halê vî rebenî binerin Îlmê xwe û emrê xwe tev li devehê bar kirîye û ew birêde dimeşşê ma ku tu berçî bibê tê van kaxeza bixwi, pê kenîyan! Pirtûkê wî danê gotin: “Ha ji tere îlmê te bê tê çikê ji van kaxeza? Ma aşkîya ji îlmê çi fêm dikê û çi nirxê îlmê zanê?

Îca keko min jî, ji zarokîtî û heta nehaka ez dixebitim li ser riya rast weje û çanda Kurd bi helbestî min bûyerê li welat qewimin min tevan nivîsine bi helbestî kirine pirtûk. Lê mixabin ev gelê ser kundir ji van tişta fêm nakin, gelek ahmeq hene ji min acizin çima ku ez jî wekî wan ne ahmeqim. Emrê wan ahmeqa meye pazdeh sal gelek pîst sal, wê tev têk herin tevan bibne Tirk.

Dîrok nexşî û çand û daç hevok û devokê bav û kala min hemmî kêl û bêjing kirin, tev nijinîne. Lê mixabin ev gelê ser kundir henekê xwe bi me re dikin, dibêjin: “Ev kelmemankin ma ev çine, ev çîrok û mîrokin. Ê ka ev zircahîlê ahmeq ji xwe qaîl û ji xwe razî, serê wan wekî kundirekî vala ne aqil û ne mijî, gotinê wan wekî wê savara nekelî tev rijî, ka me re ji van re çi bêjî?

Şanda YPGê çû Amarîqa li wir Amerîqanî li ber wan geran gotin: “Hûn Kurd hemî bibne yek Kurdê Sûrî, dev ji çepê Tirka bedrin li ser navê Kurdî partîke xwe vekin sîyasî bi meşênin, emê ji we re heremekê wekî Başûr ji we re dabîn bikin. Gotin: “(Lololo bê Apo jîyan nabê) Jinka Amerîqanî qelem şikand û din av çavê wan werkir û civîn terk kir ku ji van re qencî xêr nakê.

Trûmp jî got: “Bise ezê ji heqî van derkevim. Bakire Tirka ku êrîşî wan bikin.Tirk bi nav wan ketin qenc û pîs tev dane ser hev; lê gelê Amarîqan gotin, nabê Ku Tirk qirkirina Kurda bikin û em bê deng bi mînin, ev nabê. Guvaş li Trump kirin ku Trûmp pîlana xwe guhert. Gote Tirka go, kuro qîma min nayê ku tu Kurda biqelênê. Hebekî megene sist kir!

2.12.2019

Dilciwan Helbest

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: