Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandekî ENKS kir

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya yekrêzî û tebayî û pêkve karkirin û hevdû têgihiştin û binyatnana baweriya li navbera aliyan û pêkhatên Kurdistaniyên li Sûriye kir, hemû amadehiyek jî ji bo hevkarî û piştgîriya her hewlek bi navê aramî û aştiyaneya çareserkirina kêşeyên li navçeyê de nîşan da.

Îro dûşem 02/12/2019 li Hewlêr birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek da li gel şandekî bilinda Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriye ENKS bi Serokayetiya birêz Siud Mela Serokê ENKS, pêşhatên dawî û rewşa Sûriye û amadehî û rol û bandora hêzên Herêmî û navdewletiyên li navçeyê guftûgo kirin.

Li hevdîtinê de her dû alî tekez li ser pêwîstiya tebayî û hevdû qebûlkirina li navbera pêkhat û aliyên li Sûriye û karkirina bi navê çareseriya kêşeyan û vegerandina aramiyê kirin, dilgiraniya xwe jî ji hewlên guherîna demografya ya navçeyê û kar û reftarên çekdarên tundrewên rikeberên Sûriyê nîşan da.

Back to top button