Nivîsar

Serdana Mesrur Barzanî û Ala Kurdıstanê

Serdana serokwezîrê Kurdistanê ya Tirkiye û hevdîtina li gel wezîrê derve yê Tirkiye û li gel serokkomar Erdogan re pêkanîn xwedîyê giringiyek taybete.

Wek tê zanîn piştî hukumeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrur Barzanî de hatî damezirandin, ew ji aliyê Tirkiye ve hatibû vexwandin. Lê mercên herêmê û bûyerên li Iraqê û rojavayê Kurdistanê rû dayîn bû sedemek ku ev seredan demekî dereng ket.

Serdana serokê hukumeta Kurdistanê ya Tirkiye bi awayên cuda hate nirxandin. Hinek aliyên siyasî bi populistî buyer nirxandin û li gora siyaseta xwe ya îflas kirî hewldan sihekî bêxin ser vê serdanê û vê bûyera erênî.

Dan xûyakirin ku ne dema vê seredanêye û sedem jî helwesta Tirkiye ya li rojhilatê Firatê û rojavayê Kurdistanê dan nîşandan. Ji xwe gelek vekiriye ku li Kurdistana Başûr û taybetî PDK çi bike bila bike tucara ji aliyê siyaseta PKKê û derdora wan ve bi erênî nayê nirxandin. Siyaseta PKKê her gavekî, her helwestekî, her kiryarekî ji bo xwe meşru û rast, ji bo xeynê xwe çewt dinirxîne. Eger heta vê gave ev siyaseta PKKê û derdora wan nehatibe fam kirin ev jî kêşaya wane ku vê siyasetê naxwazin tê bighin.

Ji berî her tiştekî siyaseta desthilatdariya Kurdistanê di derbarê rojavayê Kurdistanê de vekirî û eşkereye. Li himber hemû xeletîyên siyaseta PKKê PDK li rojavayê Kurdistanê xwedî derdikeve û xelkê deverê nahile tenê.

Desthilatdariya Kurdistanê bi vekirî li dijê bûyerên çekdarên opozisyona Suriye ku Tirkiye pişgiriya wan dike, rexne dike û bi tundî li dijê wan bûyera derdikevin.

Di hevdîtina Mesrur Barzanî li gel wezîrê derve Çavuşoglu, Barzanî bi vekirî li dijê guhertina defokrafî ku ji aliyê Tirkiye ve hewldan heye ku bê kirin derket û Tirkiye jî di vê derbarê de wek temînatek da ku dê kesek ji derê daxwaziya xwe li deverên cuda neyên bi cih kirin.

Bê guman gelek babet hene ku bêne gotubêj kirin, lê dema mirov li dîmenên hevdîtina dinêre û Ala Kurdistanê li pişta serokwezîrê Kurdistanê dibîne , ev bi xwe her tiştekî zelal dike. Ew siyaseta Ala Kurdistanê li hemû devera bilind bike û ew siyaseta di bin siha Ala Kurdistanê de bê kirin raste û destkeftiyek ji bo kurd û Kurdistanê ye.

Gerek hemû Kurdên Bakur ji bi cardin dîtina Ala Kurdistanê li Enqere keyfxweş bin û vê yekê ji bo xwe wek destkeftinek siyasî bibînin.

Niha li Tirkiye gelek doz hene ku, sedem bilindkirina Ala Kurdistanê ye. Lê îro ew Al dema li nava nawenda Tirkiye li Enqere bi aweyek fermî bê rakirin tu wateya ku dozên ji bo bilind kirina Ala Kurdistanê jî namîne û ew doz hemû dipelişin û têkdiçin.

Eger ev serdana serokwezîrê Kurdistanê û daxûyaniyên serokwezîr di vê serdana xwe de dayîn, bi awayek reel bê nirxandin, dê berjewendiyên Kurdistanê baş bêne dîtin. Îro bêhna dewletbûnê ji Kurdistana Başûr werê encama vê siyaseta rast û reel e.

Siyaseta bi şîara tê kirin tu encamekî nade.Populîzm di siyasetê de agir geş dike ,lê ew agir dawîyê de xwediyê xwe dişewitîne.

29.11.2019

Dara Bilek

Back to top button