Çêtire ku HSD zûtirîn dem tevlî artêşa Suriye bibe
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkaîl Bogdanov da xûyakirin ku divê zîtirîn dem hêzên HSDê tevlî artêşa rejima Suriye bibin. Bogdanov dibêje ku çikas ev proses zû pêkwerê dê ewkas ji bo hemû aliyan baştir be.
Berî niha Rûsyayê ragihandibû, ew amade ne di danûstandinên di navbera HSD û Hikumeta Sûriyê de ji bo tevlîbûna HSD nav artêşê de, hesankariyan bikin.
Piştî êrîşa Tirkiyê li ser Suriye û rojavayê Kurdistanê û rêkeftina leşkerî ya di navbera HSD û artêşa Sûriyê de ku li gor wê rêkeftinê hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bûn, pirsa tevlîbûna HSDê di nava artêşa Sûriyê de hat rojevê.
Pêştir jî, Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayişê kiribû, tevlî Artêş û Hêzên Ewlekariyê yên Sûriyê bibin.
Li ser vê pirsê, Fermandarê Giştî yê HSDê ragihandibû, ew bi mercê di di destûrê de dan bi Rêveberiya Xweser bê dayîn û taybetmendiya HSDê di nava sîstema berevaniya Sûriyê de bê parastin, ew amade ne tevlî artêşa Sûriyê bibin.