Cîhan
Pence:Hevdîtina li gel Nêçîrvan Barzanî ji bo min şeref e
Cîgirê serokê Amerikayê Mike Pence, piştî serdana xwe ya Hewlêr li gel serokê herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê de Pence da xûyakirin ku, Ji bo wî şerefek mezin bû ku, li hewlêr serdana serokê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî kiriye.
Pence dibêje ku, , wî bi navê Donald Trump, pêwendî û hevpeymaniya bihêz a Amerîka li gel gelê Kurd li navçeyê dupat kir.
Nêçîrvan Barzanî jî herwiha li ser hesabê xwe yê Twittêrê ragihand ku ew pê şanaz bûye ku pêşwzî li Cîgirê Serokê Amerîkayê û dostê xwe kiriye.
Barzanî dibêje: “Mike Pence di serdana xwe de tekezî li ser dostanî û hevkariyame ya stratejîk a bihêz kir. Min dubara spasiya xwe bo Amerîkayê kir ku di heyamên dijwar de piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine.”