Ebadî: Paytextê Iraqê Bexdaye ne Hewlêr e

Serokwezîrê berê yê Iraqê  û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, di derbarê serdana cîgirê serokê Amerikayê Pence ya Hewlêr daxûyaniyek ragihand. MIke Pence serdana Bexda nekir û serdana Hewlêr kir. Ebadî dibêje ku, Bexda paytextê Iraqê ye ne Hewlêr.

Serokwezîrê berê yê Iraqê  û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî derbarê serdana îro ya ‎Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence de bo Iraqê ku serdana Bexdayê nekir û serdana Hewlêrê kir, ‎ragihand ku Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr.‎

Hevpeymaniya Nesir jê daxûyaniyek belav kir û dibêje: “Hevpeymaniya Nesir serdana Cîgirê ‎Serokê Amerîkayê Mike Pence şermezar dike ku serweriya Iraqê binpê kiriye. Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr û qebûlkirina rêkxistina vê serdanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ‎ve ku tenê bo Binkeyê Eyn Esed û Hewlêr bû, red dikin.”‎

 

Nerîna min :