Cîhan

Li rojilatê Kurdistanê û Îranê hêjmara kuştiya zêde dibe

Li Îranê xwepêşandan berdewamin û rojane berfirehtirdibin. Herweha hêzên ewlehiya Îranê gelek bi tundî hewldide dawiyê li xwepêşandana bîne û ji bo vê yekê jî hêjmara kuştiyan zêde dibe.

Herî dawî , Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) di derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku li 21 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 106 kes hatine kuştin. Cardin li gora rapora ku Rêxistinê belav kirî de dide xûyakirin ku, mimkine hêjmara kuştiyan gelek zêdebe, lê li gora agahdariyên li ber destê wan hejmar 106 kesin, ev hijmar dikare zêdeyî 200 kesan be .

Amnesty dide xûyakirin ku, li bajarê Kirmanşah 30, Sine 10, Urmiyê 4, Xuzistan 35, Tehran 9, Farise 6, Elburzê 4 Kirmanê 1 û Isfana jî 1 kes hatiye kuştin.
Amnesty hêjmara birîndaran bi sedan dide xûyakirin.

Back to top button