Civak

Teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Grê Sipî teqînek mezin rû da û di encama teqînê de 8 kesî jiyana xwe ji dest da.

Li gora daxûyaniya wezereta Bergirya Tirkiye li nava bajarokê Grê Spî otomobilek bombekirî hate teqandin. Di encama teqînê de herî kêm 8 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 20 kes jî birîndar bûne. Bi sedema teqînê hinek avahî bi temamî rûxane û ihtimala ku xelkek di bin van xaniyan de mabe jî heye.

Piştî çekdarên muxalefeta Suriye li gel hêzên Tirkiye ketin nava Grê Spî û vegirtin rojane teqîn rû didin û jiyana deverê gelekî nexweş bûye.

Back to top button