Polîtîk

AKP astengiya dertêxe

Ahmet Davutoglu da xûyakirin ku, demê hatî kifşkirin de partiya xwe ava dikin. Li gora daxûyaniya Davutoglu partiya nû dawiya meha 11. û destpêka meha 12ê tê damezirandin.

Lê dixweyê gelek kes ji tirsa desthilatê newêrin avahiyên xwe bidin partiya Davutoglu. Ji berê niha li Stanbulê avahiyek kirê kirîbûn li şeredariya navçeyê ew xanî muhr kir û qedexe kir ku kesek di tê de cih bibe. Partiya nû jî di navçeyek ku şaradaiya wê di destê CHPê de ye avahiyek nû ji bo navçeya Stanbulê kirê kirin.

Herweha heman problem ji bo avahiya Nawenda Partiya nû jî derket holê. Li Enqere 12 avahî girtin lê xwediyên avahiya ji tirsa newêrîn xaniyên xwe bidin kirê ji bo nawenda Partiya Davutoglu.

Niha li taxa Balgata Enqere avahiyek peyda kirine û demek nêzik partiya xwe di vê avahiyê de radigihînin.

AKP ji bo partiya Davutoglu gelek astengiyên teknikî dertêxe û naxwaze ev partî bikeve di jiyana siyasî de.

Back to top button