Trump dikare li siyaseta xwe poşman bibe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Kongressmanê Amerîkî Adam Smith piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî li dar xistin.
Adam Smith: Em piştevaniya siyaseta Trump nakin û dixwazin baweriya Kurdan bistînin
Adam Smith got, “Derbarê vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, em piştevaniyê li siyaseta Serok Trump nakin û li Kongressê jî me dijayetiya wê biryarê kir. Amerîka herdem piştevanî li Kurd kiriye û ez dixwazin bi zelalî bibêjim, îdareya Trump eger e poşman bibe. Em dixwazin wê baweriya ku berê me jidest daye, vegerînin”.
Kongressmanê Amerîkî dibêje : “Dixwazim bi vekirî bêjim, Serok Trump gelek şaş e dema dibêje ku tenê armanca me kêlgehên petrolê ye. Nerîna me ew e, girîng e kêlgehên petrolê nekevin destê DAIŞê. Ev petrol û navçe, ne yên me ne û divê Serok Trump bi vê yekê têbigihe. Em ne ji bo petrol li wir in, em dixwazin pêwendiyên me bi wê navçeyê re baş be”.
Adam Smith da xuyakirin: “Xala sereke ya me ew e, bi HSDê re berdewam bin û bi hev re kar dikin, ji bo piştrast bibin ku DAIŞ careke din serê xwe hilnade. Tirkiyê fişar kiriye û dewleta Esed jî vegeriyaye wê navçeyê, lê em hewl didin Sûriyayeke nû bê damezirandin, ku rola Kurd tê de bihêz be.”
Kongresmanê Amerîkî diyar kir, “Me kenalên pêwendiyê bikar anîne, ji bo ku pêwendiyên me bi Rûsya û Tirkiyê re hebin û dizanin ku pêwendiya wan jî bi hev re hene, ji ber wê divê em nîgeran bin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ragihand, “Em Amerîka bi dost û hevpeymana xwe dizanin. Wan bi berdewamî piştevanî di şerê li dijî DAIŞê de li me kiriye û niha jî dizanin ku teror hîna metirsiyeke cidî li Iraq û li hemû cîhanê ye”.
Mesrûr Barzanî got: “Me behsa wê yekê kir, ku çawa di dijayetiya terorê de bi hev re hevkar bin. Herwiha çendî em ji rewşa navçeyê nîgeran in, ew jî bi me re hevnerîn bûn û wan ji me re got, wek hevpeymana em di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibin.”