Civak

Tirkiye êrîşê Şingalê kir

Roja 4.11.2019ê balafirên şer ên Tirkiyê êrîşê navçeya Xanesorê ya ser bi Şingalê dan.irin

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro piştî nîvro balafirên şer ên Tirkiyê li navçeya Xanesorê ya ser bi Şingalê ve, li navendên PKKê dan.”

Şeşo wiha got: “Heya niha em nizanin zerer û ziyanên wê bombebaranê çi ne, lê tirseke mezin ketiye dilê xelkê Şingalê.”

Li gorî zanyariyan, di encama wê bombebaranê de 2 kes bûn qurbanî û birîndar jî bi bo nexweşxaneya Sinûnê hatin veguhestin.

Balafirên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna PKK ev çend car in ku Şingalê didin û di encamê de ziyanên canî û madî derdikevin

Balkêş e ?
Close
Back to top button