PAKê bi beşdarîya Dr. Ekrem Önen li Stockholmê Semînerek Lidar Xist
PAK-Swêd di 03.11.2019 de li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî semînerek dar xist.
Semîner ji alîyê Dr. Ekrem Önen da hat dayîn.
Mijara semînerê ”Di avakirina sîstema nuh a cîhanê de Kurdistan û rewşa netewî ya Kurd” bû.
Endamê Meclîsa Piştgirên PAKê yên Ewrûpayê Nihat Akar moderatorîya simînerê kir.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nimet Mumtaz Aydin jî di destpêka semînerê de, di derbarê 5 salîya PAKê de axaftinek kir.
Dr. Ekrem Önen, di derbarê sîyaseta dewletên cîhanê ya di pirsa Kurd û Kurdistanê de agaharîyên berfireh da û b^ri û rayên xwe anî ziman.
Dr. Ekrem Önen got ‘’Sîstema di dema şerê yekem ê cîhanê, sîstema di şerê duyem ê cîhanê li gor xwe teybetmendîyên xwe hene. Sîstema nû ya cîhanê jî ji 1991ê destpê dibe. Lê ji 2008an û pê de Rûsya jî dîsa weke aktorekî xurtir li seheyê ye’’.
Gelek sîyasetmedar, rewşenbîr beşdarî semînerê bûn.
Piştî axaftina Dr. Ekrem Önen, beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman, pirsên xwe kirin.
Piştî Dr. Ekrem Önen, bersîva pirsan da, semînerbi awayekî berhemdar bi dawî hat.