Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li gel şandekî Kongresa Amerîkî civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Kongresa Amerîka dinêre û spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka dûpat kir ku herdem piştgîriyê li Herêma Kurdistanê kirine û bi taybetî li şerê dijî terorê da hevkariya Herêma Kurdistan û Iraqê kirin û roleke mezin li têkşikandina Da’îşê da dîtin.

Li civîneke li gel şandekî Kongrêsa Amerîkî ya bi Serokayetiya birêz Adem Smith Kongresmenê Demokratan û sê Endamên Kongres û birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê de ku îro dûşem 04/11/2019 birêveçû, pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê û xwepêşandanan guftûgo kirin û tîşk xistin li ser sedemên wan û daxwaziya xwepêşanderan û pêşbîniya paşaroja proseya siyasî û rewşa emnî li Iraqê.

Li civînê de ku rêzdarên Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîka li Iraqê û şanda her dû aliyan beşdar bûn, berev pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexda û diyaloga çareserkirina kêşeyan, rewşa navçeyên kêşe li ser, metirsiya serhildana Da’îş û çawayiya rûbirûbûna wan û rola Amerîka ya li alîkariyên vî warî de hatin axaftin.

Di derbarê pêkhatên Herêma Kurdistanê de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina di navbera tevahiya pêkhatên olî û neteweyiyan kirin. Her wiha tîşk xistin li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û spasî Amerîka û welatên dinê Hevpeymaniya Navdewletî kir ku li vî derbarî de hevkariya Herêma Kurdistanê dikin. Serxistina vê proseyê jî yek ji erkên serekiyên Serokayetiya Herêma Kurdistan û Hikûmetê da zanîn.

Danustandina bîr û ramanên rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên Sûriye û rewşa penaberan û hatina wan ya Herêma Kurdistanê û girîngiya aramiya li navçeyê, mijarên dinê vê civînê bûn.

Back to top button