Artêşa Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê
ARTÊŞA TIRKIYE Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Ev e çar roj in ku Artêşa Tirkiyê ketiye Rojavayê Kurdistanê. Li pêşber vê helwestê hin bertek û nerazîbûn hatine nîşandan. Pêşniyara ji bo vekêşana Artişa Tirkiyê jî li dengdana Neteweyê Yekbûyî, ji aliyê Emerîka û Rusyayê ve hate vetokirin. Çendî ku hin welatên Ewrûpayê, Îsraîl, Erebistana Seûdî û Misr nerazîbûn dane nîşandan jî, lê bi giştî deng ji welatên Ereb jî derneket. Jixwe Cîhana Îslamî bi derbekê çavên xwe girtine û guhên xwe xitimandine, eger pirsgirêk li ser Kurdan û hindikayîyên di Cîhana Îslamî de be, dadetiya Quramn, Hedîs û aramiya Ola Îslamê, bi derbekê dixitimin.
Medyaya Tirkî digel saziya Diyanetê, herwekî Artêşa Tirkiyê diçe welatekî Kafiran FEHT dike, tevdigerin. Lê jibîr dikin ku Kemalîzma Tirkiyê hemû neteweyên ku pê re şer kirine dinase û têkiliyên birayetî bi wan re datîne, lê Neteweyê Kurd ku bergîrî li Tirkiyê kiriye, Anatoliyayê ji bindestiyê rizgar kiriye, nanase û hertim dixwazin biperçiqînin.
Ev helwesta Tirkiye bi vê leşkerbaziya li ser Rojavayê Kurdistanê gelek pirsên balkêş jî bi xwe re tîne holê. Hin ji wan ev in:
. Gelo projeya 1963an dê bikeve jiyanê?
Di 1963an de Emerîka pêşniyarek daye Tirkiyê ku hersê beşên Kurdistanê jî bi Tirkiyê re beste bibin û wek du dewletên federan ango Tirkiye û Kurdistan bi hev re bijîn. Niha ji ber ku dengekî zêde dernakeve, bi gumaneke xurt wê ev be. Jixwe hate dîtin ku PYDê Efrîn çewa radestê Tirkiyê kir, ev jî nîşana vê yekê ye.
Îro li dora 30 rêxistinên kurdistanî hene. Lê dengekî tîndar ji wan dernake. Ev jî dide xuyakirin, ger bi gumana belkî be jî, ji bo Kurdistana mezin peymanek di navbera Kurda, Tirkiye, Emerîka û Rusyayê de heye. Yanena, ev bêdengî çênedibû.
Jixwe rojek berî êrîşa li Rojavayê Kurdistanê, Wezîrê Derve çû Başûrê Kurdistanê û bi Mesûd Berzanî re hevdîtin kir. Hêjî diyar nebûye ku naveroka wê serdanê ji çi bû.
. Siltan Selahedîn Kurdî dema Qudsê ji Mesîhiyan stend û da Ereban, dewletên Mesîhî seza dane Neteweyê Kurd. Gelo ew seza hêjî didomîne?
Piştî binkeftina Xaçparêzan, Cîhana Mesîhî seza daye Neteweyê Kurd û axa Kurdistanê kirin piçik û parî. Jixwe diyar e ku cara pêşî Artêşa Îngilîz bi balafirên cengî Kurdsitan bombe kiriye. Destûrdana Rusya û Emerikayê ji bo artêşa Tirkiyê jî, rastiya vê yekê eşkere dike.
Jixwe mejiyê Cîhana Îslamî naşixule û pêşiya xwe nabîne. Gelek şerên ku di nava bisilmanan de çêdibin, rojavayî çekên tûj difiroşin herdu aliyan jî da hevûdu rind bikujin. Mînakên vê pir hene.
Li Rojavayê jî hin car xirecir di nava miletê bindest û serdest de çêdibe. Lê herî zêde, heşt roj didomîne. Lê şerê îran û Îraqê, heşt sal (2.920 roj) domand.
Ev e dused sal in ku Neteweyê Kurd li hember Îran, Ereb û Tirkiyê şer dike. Bi hezarê hezaran Kurd û ger hindik be jî, bi dehê hezaran ew jî harine kuştin. Dîsa jî kes ji wan nabêje ka çima em Kurdan dikujin?
. Gelo Tirkiyeyê xistin dehfikê?
Pirsa sereke û balkêş ev e, dibe ku Rusya û dewletên Rojavayê, dixwazin Tirkiyeyê têxin dehfikekê û perûbaskên wê biqusînin. Ji ber çend sedeman:
Di 1932an de peymana sed salan a Tengava Stembolê bi dawî dibe. Eger Tengav bi temamî bikeve destên Tirkiyê, têkiliya gelek dewletan ji Deryaya Reş qut dibe. Ev jî dê bibe sedem ku aboriya gelek welatan serobin bibe.
Li gor dîtina min, eger di nava çend rojên pêşiya me de, ger Tirkiye bi şûnde vegere yan bê şer temamiya Rojavayê Kurdistanê vegire û PYD navê vekişandinê têxe ser xwe û li wirê nemîne yan jî xwe bi navekî dî beyan bike, ev ji bo Kurdistana Mezin dibe destpêkek. Na, eger artêşa Tirkiyê derbên tûj werbigire û lê wek hêla kewan bête kirin, nexşeya Tirkiyê wê vegere ser Peymana Sewrê û dibe 350 hezar m2.
Xwedayê mezin ya bi xêr bike.
12/ 10/ 2019