Polîtîk

Berdewambûna şer û wê rewşa metirsîdar, gefeke gelek ciddîye li ser jiyana xelk

Serok Baranî di derbarê Kurdistna Rojava de peyamek belav kir.

PEYAMA SEROK BARZANÎ

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bilî wê yekê ku di dema derbasbûyî de me gelek hewlda ku şer û nearamî ji gelê Kurd li Sûriye dûr bikevê û êdî êş û karesat rû nedin, lê belê mixabin li çend rojên derbasbûyî navçeyên Kurdnişînên Bakûrê Sûriye tûşî êrîş û rewşeke metirsîdar bûn.

Berdewambûna şer û wê rewşa metirsîdar, gefeke gelek ciddîye li ser jiyana xelk û asayîş û aramiya giştî ya navçeyê dike armanc.

Li vir da bi pêwîst dizanim bi xelkê xweragirê Kurdistanê û hemû aliyan rabigihînim ku sedemên wê şerê her çi bûbin û her aliyek kêmterxem bûbê yan destê wan li vê rewşa tirsnak da hebûbê, niha dem, dema muzayedatên bêfeyde û nêrînên atîfî û helçûnê nîne. Dema eweye ku em hemû aliyek her çi hewl û şiyana me da heye bikarbînîn bo ku dawiya vê şerê bê û êdî xelkê bê tawan baca wê rewşa metirsîdar nedin û rê li guherîna demografyaya wan navçeyan jî bêgirtin.

Mesûd Barzanî
12.10.2019

 

 

Back to top button