Polîtîk

Her êrîşek Tirkiye bê xebara Amerikayê dibe problem

Berdevkê Pentagonê ji Rûdawê re got ku her êrîşeke Tirkiyê li bakurê Sûriyî bê hevahengiya ligel ‎Amerîkayê nîgeraniyeke ciddî ye.‎

Derbarê gefên Tirkiyê de Berdevkê Pentagonê Sean Robertson bersiva pirseke Rûdawê da û got, Amerîka kar dike daku ‎hewlên wan bo avakirina Navçeya Aram li bakurê Sûriyê serkeftî bin.

Sean Robertson dibêje, her ‎operasyoneke Tirkiyê bê hevahengiya ligel Amerîkayê nîgeraniyeke ciddî ye û berjewendiyên hevbeş ‎ên Amerîka û Tirkiyê bo parastina asayîşa bakurê rojhilatê Sûriyê ligel şerê dijî DAIŞê binpê dike.‎

Robertson herwiha dibêje, Amerîka ji nêzîk ve ligel hevpeymanê NATOyê ku Tirkiye ye, hewl didin ‎Navçeya Aram li bakurê Sûriyê ava bikin û hewl didin di dema xwe de yan zûtir bixin ware cîbicîhkirinê.

‎Berdevkê Pentagonê dide zanîn ku Amerîkayê vekirî gotiye ku heta piştî têkşikandina DAIŞê jî ‎metirsiyeke mezin heye ew grûpa çekdarî careke din serî hilde.

Back to top button