Q.Talabanî : Wê serdanê Kurdistan rizgar kir
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies civiyan û di civînê de Qebad Talebanî spasiya hikûmeta Fransayê kir ku di demên dijwar de ji Kurdistanê re bûne piştevan. Herwiha Talebanî diyar kir ku bi saya hevdîtina wî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dorpêçên li ser Kurdistanê hatin şikandin.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi minasebeta destbikarbûna Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies, pêşwaziya wî kir.
Ofîsa Ragihandina Qubad Talebanî bi daxuyaniyeke ragihand ku di civînê de Talebanî tekezî li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Kurdistan û Fransayê de kiriye û ji bo piştevaniya hikûmeta Fransayê ya bo hikûmeta Herêma Kurdistanê dilxweşiya xwe nîşan daye.
Talebanî bibîr xist ku Fransayê di rakirina dorpêçên piştî referanduma serxwebûnê yên bo ser Herêma Kurdistanê de roleke girîng hebûye û got: “Eger di wê pêvajoyê de me serdana Serokomarê Fransayê nekiriba, ew rewşa em niha têde dê ne wisa ba. Welatên din jî bi hêsanî deriyên xwe ji me re venedikirin. Piştî hevdîtina me ya ligel Birêz Macron, derfet bo me çêbû ku em hevdîtinê ligel berpirsên welatên din jî pêk bînin. Ev bi vê helkevtê careke din spasiya Brêz Macron dikim.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha bi boneya destbikarbûna wî ya li Kurdistanê jê re serkevtinê xwest û hêvî kirk u peywendiyên Hewlêr û Parîsê bihêztir bibin.
Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê çend dorpêçên aborî û siyasî sepandibû. Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî wan dorpêçan serokwezîrê wê heyamê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Kanûna 2yê 2017an de vexwendibû Koşka Elyseeyê di rakirina dorpêçên bo ser Kurdistanê de roleke girîng lixwe girtibû.
Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina ligel Macron, serdana Almanyayê jî kiribû ligel Angela Merkel hevdîtin pêk anîbû.