Polîtîk

Nêçîrvan barzanî li gel gruba PDKê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel parlementerên Firaksiyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê civiya.

Di civînê da Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringîya hevkarî û hevahengîyê kir di navbera firakisyonên Perlemantoya Kurdistanê  kir bi armanca karkirinê ji bona dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê. Herweha rola Perlemantoya Kurdistanê li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de bi giring da zanîn.

Barzanî firakisyona PDKyê raspart daku li gel alîyên din yên Perlemantoya Kurdistanê giringîyê bi wan yasayan bidin ku rasterast peywendî bi rewş û jîyana hevwelatîyane, bo evê yekê jî ji nêzîk ve hevahengîyê li gel hikumeta Herêma Kurdistanê bikin.

Di wê kombûnê de ku îro êvarî 30/9/2019yê li Hewlêrê  birêve çû, her yek ji endamên firakisyona PDKyê nerîn û têbînîyên xwe  gotin û çend daxwazî yên peywest bi rewş û jîyana hevwelatîyan xistin berçavan.

Back to top button