Civak

Serok Barzanî Dengê Kurdistanê pîroz dike

 

Serok Barzani bi minasebeta 56.mîn salvegera Radyoya Dengê Kurdistanê peyamek ya pîrozbahiyê ragihand. Tê zanin ku Dengê Kurdistanê dengê Şoreşa Îlona pîroz bû. Dengê Kurdistanê di mercên gelek zehmet de dest weşana xwe kir û dengê şoreşê digahanda Kurdên hemû beşên Kurdistanê. Di hemû pêvajoyên şoreşê de rolê xwe yê girîng leyizt û heta wek îro jî berdewame.

Peyama serok Barzani:

Birêz Birêveber û Karmendên Radyoya Dengê Kurdistanê

Bi helkefta pêncih û şeşemîn salvegera destpêka pexşa Dengê Kurdistana Iraqê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û wan hemû xebatgêr û têkoşeran dikim ku di dema karkirina Radyoya Dengê Kurdistanê zehmetiyê kişandin û dengê zelalê şoreş û Pêşmergeyan bi xelkê Kurdistan û cîhanê gihandine.

Radyoya Dengê Kurdistanê werçerxanek bû li xebata rizgarîxwaziya gelê me û pirekî bi hêz li navbera şoreş û xelkê û Pêşmerge û cemawerê Kurdistanê bû. Radyoya Dengê Kurdistanê her dem cihê hêvî û moral bilindkirinê bûye. Li hemû qonaxan da jî amrazê bi hêz yê hişyarkirina xelk û berevanîkirina mafên rewayên gelê Kurdistanê bûye.

Li vê salvegera pîroz da ew çaverêyî li we yên birêz û xweşdivî heye ku bi awayeke çalaktir berdewam bin li gihandina peyama azadîxwazî û pêkvejiyan û avadanî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û li heman demî de jî sedemek bin ji bo pêdana hişyarî û berçavrûniya xelk û bi taybet nifşa nû û bihêzkirina hestên niştimanperwerî û xizmetkirina welat.

Hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim û bimînin ji bo Kurd û Kurdistanê

Mesûd Barzanî
28.09.2019

Back to top button