Rewşa ewlehiya herêmê gotubêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiya. Di vê civînê de, Mesrûr Barzanî amaje bi gotûbêjêjn Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir û ragihand: “Gihîştina bi rêkeftinê di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Duşema 23ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke leşkerî ya Ameîrkayê ya bi serokatiya General Gregorî Kruder kiriye. Di civînê de, Wezîrê Pêşmerge, Şorş Îsmaîl û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê, Steven Vagen jî amade bûn.
Mesrûr Barzanî di vê hevdîtinê de têkildarî pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan li gel Bexdayê, bi wê şanda leşkerî ya Amerîkayê re gotûbêj kiriye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê derbarê de ji şanda Amerîkayê re gotiye: “Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor destûrê, gotûbêjên me li ser çend astan berdewam e, gihîştina bi rêkeftinê jî di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye.”
Herdu alî li ser geşedan û pêşhatên herî dawî yên li Iraqê û navçeyê, û herwiha hevahengiya jibo rûbirûbûna gefên DAIŞê, gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li hember alîkariyên wan ên bo Hêza Pêşmerge, spasiya hêzên Amerîkayê û hevpeymanan kir û amaje bi hevanehgiya baş a jibo rûbirûbûna teorrê, di navbera Hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de jî kir.