Nivîsar

PKK şerê dewletbûnê dike û PDKê dike armanca êrîşên xwe

PKK bi awayek stratejîk êrîşê PDKê dike û di dinya xwe ya îdolojiya marjînal de, PDKê dinirxîne û bi xiyanetê itham dike. Gelek cara behsa PKKê û siyaseta wan ya ku bi demjimêra tê guhertin hatiye kirin. Siyasetek durû û li ser dijminatiya destkeftiyên netewî tê rêvebirin.

Di bingehê xwe de ew tişta ku PKK têxe stuyê PDKê de, xeyaliye û PKK bi xwe wê yekê dike da ku bikaribe dîtina bûyeran li pêşiya çavê xelkê tarî bike.

Di rastiya xwe de dema PKK bi zanebûn destê yekem de êrîşê PDKê dike û siyaseta PDK ku rêve dibe bi xiyanetê itham dike, PKK şerê xeta netewî ya Kurdistanî dike. PKK hewldide ku rê li berbiçûyîna serxwebûna Kurdistanê bigre û erkê xwe yê bingehîn pêkbîne.

Di malpera Lêkolinê de, kesek bi navî Dijwar Sason li ser navê “ Nawenda Lêkolînên Stratejik a Kurdistanê “ nirxandinek kiriye. Behsa rewşa Tirkiye û AKPê dike. Beşek di nirxandina xwe de behsa PDKê dike û wek her carî zimanek dijmineyatî û kîndar bi kar tîne. PDKê bi xiyanetê itham dike û di bingehê xwe de, daxwaziya mafên netewî û vê yekêve girêdayî daxwaziya PDKê ya serxwebûnê wek xiyanetê dibîne.

Dijwar Sason beşek di nîvîsa xwe de dibêje: “ PDK ji partiyekî behtir sistemeke. Ev sistem ji aliyê emperyalistan û siyonistan ve, vek Proto-Îsrail hatiye çekirin. Çewe ku sala 1923ê Tirkiye di bin navê Tirkitîyê de projeya Neteweyê Tirk kir rojevê de, projeya PDKê ji sala 1945ê bi heman armancê hatiye pêkanîn.
Ji bo jiyana dewleta Îsrail, projeya avakirina Tirkiye têrê nekriye û niha jî projeya avakirina dewleta Kurdî ya PDKê dixwazin bêxin jiyanê de.“
Beşek din a nirxandina xwe de Sason dibêje: “ PDK li gel bi zihniyeta desthilatek eşaîrê hatiye damezirandin û bi vê yekê hereket dike. Îsrail, Tirkye, hêzên PDKê li gel NATOyê êrîşê PKKê dikin. “

Herweha di nivîsa Lêkolinê de gelek gotinên ne ehlaqî hene ku mirov hevce nabînê ku behsê bike. Lê heta ku PDK doza mafên rewa yê Kurda bike û destkeftiyên netewî biparêze dê bibe armanca êrîşên PKKê.

“ Nawenda Lêkolînên Stratejik a Kurdistanê “ ev nawend wek “Nawenda dijitiya mafên Netewî “ kar dike û ji bo vê yekê jî PDKê dike armanca êrîşên xwe.

Li vê derê pirsek heye ku gelek kes yan jî aliyên siyasî naxwazin bibînin. Herweha hinek siyasetmedar çavên xwe li vê yekê digrin û her behsa “Yekitiyekî“ li gel PKKê dikin. Herkes û aliyê vê dike têne xwe dixapîne. PKK dema aloz dibe û dikeve deravên teng de, bahsa Yekitiya Netewî dike, di vê qonaxê de cardin derdora PKKê behsa Kongreyek Netewî dike.

Lê kesek ji PKKê û partî, dezgeh û hêzên bi wan ve girêdayîre nabêje, hun dijminetiya xeta netewî dikin, hun dijê dewletbûna Kurda şer dikin, hun êrîşa hemû hêzên Kurdistanî dikin û hun ji xwe pêve mafê jiyanê nadin kesek din. Başe bi vê zihniyetê hun çewe behsa Yekitiyek Netewî dikin? Hun çewe dikarin ew aliyê siyasî ku wan bi xiyanetê itham dikin, li gel wan behsa Yekitiyek Netewî bikin.? Herkes yan jî aliyek siyasî vê yekê nebîne, van pirsan ji PKKê neke, hemd yan jî bê hemdê xwe xizmeta siyaseta PKKê dikin.
Problema mezin ne siyaseta PKKê ye, problem ewe ku xelkek naxwaze bi vê siyaseta dijê destkeftiyên netewî bibînin.

Analîz/N. Firat

Back to top button