HSD: Em hêzên xwe ji sinorê Tirkiye vedikişînin
Berdevekê ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Musefa Balî îro sêşemê 27-08-2019an ragihand ku hêzên wan û yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wê heta 5-14 km dûrî tixubê Tirkîyê vekişin.
Mistefa Balî ji Reutersê re got ku firehîya herêmên ku ew ê jê derkevin wê guherbar be û li gor danûstandinên Amerîka û Tirkîyê, deverên gundewar û xalên leşkerî wê di naveroka wê herêmê de cîh bigirin, ne bajar û bajarokan.
Herwiha HSDê di daxuyaniyeka fermî jî da îro roja sêşemê ragihand ku wan dest bi cih anîna qunaxa yekê kiriye ya lihevahtina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê ewlekarîya sinor û rewşa Rojhilata Firatê.
HSD dide zanîn ku Yekîneyên Sinor yên YPGê û YPJê û çekên giran ji ser sinorê Sûriyê û Tirkiyê paşda kişandine. Hêjayî balkişandinê ye ku HSD, ku hêza wê ya serekî YPG ye, piranîya sînorê bakur û rojhilata Sûrîyê kontirol dike.
Herwiha Tirkiye û Amerîkayê roja 7ê Tebaxê ragihandin ku di encama danûstandinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, herdu alî bi hev re li ser avakirina navçeya aram lihevkirine. Herwiha di çarçova pêkanîna Navenda Operasyonên Hevbeş beriya bi 2 hefteyan şandeke serbazî ya Amerîkayê hatibû derbasî bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bibû.