PKK du alî dileyze
Murat Karayilan endamê rêveberiya PKKê, di gotarek xwe de behsa axavtin û peyama serok Barzanî y li devera Belakatî kir.
Karayilan di axavtina xwe de dibêje: “Em gotinên Kak Mesûd Barzanî girîng dibînin, hêja ne. Di demeke wiha de ku dijmin li pey lîstikane, dixwaze di navbera hêzên Kurdan de pirsgirêk û krîzan biafirîne, gotinên Birêz Kak Mesûd Barzanî girîng in. Em jî tevlî gotinên wî dibin û silav dikin.
Em hêvî dikin ku ev gotin tenê bi gotinê nemîne, metirsiyên heyî asteng bikin û gavên pratîkî li gorî wê bên avêtin. Di vê çarçoveyê de bangên me û bangên Kak Mesûd tansiyona heyî kêm kir û divê gavên pratîkî jî bên avêtin ku gotinên tên gotin pêk werin. Niha di pratîkê de gavek nehatiye avêtin, lê em bi hêvî ne.”
Axavtina Karayilan balkêşe û Karayilan di gitinên xwe de çikas dirşste cihê şikê ye. Ji ber ku ji berî Karayilan van gotina bêje û gotara serok Barzanî binirxîne, gerek êrîşên medya PKKê û berpirsên PKKê yên li dijê PDKê bide sekinandin. Heta ev êrîş hebin tu bihayê gotinên Karayilan tuneye û Karayilan armancek bi xapandin van gotina dibêje.
Karayilan baş dizane ku, PKK bi dijmîneyatiya PDKê dike û PDK kiriye armanca êrîşên xwe.