Exprêsa Kurtelan
Trêna Expresa Kurtelan yan jî Expresa Kurtelan a Başûr, cardin di rojeva rêwiyan de ye. Trên ji Kurtelana navçeya Sêrtê diçe Stanbulê, Trên gelek bajar û navçeyan re derbas dibe heta digihê Stanbulê.
Salên 60 î, 70î Trêna Kurtelan gelek di rojevê de bû. Piraniya rêwiyan bi vê Trênê çûyîn hatin dikiran. Lê demekî Trên ji çavê xelkê ket û hêdî piranî bi bussan û balefiran çûyîn hatin hate kirin. Lê eve demekîyê cardin berê xwe didin Trênê.
Rêwitiya Trêna Kurtalan gelek nolstajike jî , rewî gelek cihên cuda , cihên dîrokî di dema sefera xwe de dibînin. Herweha trên hatine nû kirin û li gora balefir û bussa erzantire jî.
Gotinek heye ku xeta hêsinî ji Kurtelan bighînin Sêrtê jî. Dê hinge hêjmara rêwiya jî behtir bibe û cardin wek berê çûyîn hatin çêbibe.