Dosya

PAK li himber Qanûna Tirkye xwe diparêze

Parastina PAKê ya ku ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn hatîye pêşkêş kirin

PAKê di derbarê doza daxistinê(gritinê) ya ku ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hatîye vekirin, parastina xwe ya bi Kurdî û bi Tirkî teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir .

Doza daxistinê ya di derbarê PAKê de, ji çar merhaleyan ve pêk te.

Merhaleya Yekem: Serdozgerê Mehkemeya Bilind(Serdozgerê Yargitayê) di roja 11.02.2015an îxtarek ji PAKê re şand û got ‘’Ji ber ku nav û bernameya partîya we li dijî Qanûna Bingehîn û Qanûna Partîyan e, divê hûn navê xwe û bernameya xwe bihureînin’’. PAKê jî bersîva Serdozgerê Yargitayê da û got ‘’Em nav û bernmeya partîya xwe naguherînin. Ya rast ewe ku, Dewleta Tirkîyeyê Qanûna Bingehîn û Qanûnên xwe yên din biguherîne. Herweha madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê , rêya xebata yasayî dide partîyên weke PAKê ku tûnd û tûjîyê bi kar naynin û naparêzin’’.

Merhaleya Duyem: Dadgeha Qanûna Bingehîn, li ser daxwaza Serdozgerê Yargitayê, di roja 22.12.2016an îxtarek ji PAKê re şand û got ‘’Ji ber ku nav û bernameya partîya we li dijî Qanûna Bingehîn û Qanûna Partîyan e, divê hûn navê xwe û bernameya xwe bihurînin’’. PAKê jî di roja 15.01.2017an de , bersîva Dadgeha Qanûna Bingehîn da û got ‘’Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin. Ya rast ewe ku, Dewleta Tirkîyeyê Qanûna Bingehîn û Qanûnên xwe yên din biguherîne Herweha madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê , rêya xebata yasayî dide partîyên weke PAKê ku tûnd û tûjîyê bi kar naynin û naparêzin’’.

Merhaleya Sêyem: Serdozgerê Yargitayê di derbarê PAKê de îdîanameyek amade kir û xwest PAK bê daxistin. Dadgeha Qanûna Bingehîn ev îdîanameya Serdozgerê Yargitayê qebûl kir û di derbarê PAKê de doza daxistinê hate vekirin. Ev îdîaname di roja 24.01.2019an de ji bo PAKê hate teblîx kirin.PAKê di roja 24.04.2019an de parastina xwe ya sîaysî û hiqûqî ya di derbarê doza daxistinê de teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir. Di vê parastinê de jî PAKê got ‘’Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin. Ya rast ewe ku, Dewleta Tirkîyeyê Qanûna Bingehîn û Qanûnên xwe yên din biguherîne. Herweha madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê , rêya xebata yasayî dide partîyên weke PAKê ku tûnd û tûjîyê bi kar naynin û naparêzin’’.

Merhaleya Çarem: Serdozgerê Yargitayê Mutalaya xwe ya Esasî amade kir û daxwaza daxistina PAKê kir; Dadgeha Qanûna Bingehîn jî ev mutalaya, di roja 14.05.2019an de teslîmî PAKê kir.PAKê di roja 12.06.2019an de parastina xwe teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir. Di vê parastinê de jî PAKê got ‘’Em nav û bernameya partîya xwe naguherînin. Ya rast ewe ku, Dewleta Tirkîyeyê Qanûna Bingehîn û Qanûnên xwe yên din biguherîne. Herweha madeya 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê , rêya xebata yasayî dide partîyên weke PAKê ku tûnd û tûjîyê bi kar naynin û naparêzin’’.

Nuha em gihîştine wê astê ku, Dadgeha Qanûna Bingehîn dê parastina bi devkî ya dawî ji PAKê bixwaze û dê biryara xwe bide.

Di demên pêşde, hemû îxtar û bersîvên PAKê, îdîaname û mutalayaên ji bo doza daxistinê û parastinên heta nuha yên bi Kurdî û bi Tirkî ku PAKê teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kirîne, weke pirtûkeke taybet emê biweşînin.

Belê PAKê di roja 12.06.2019an e parastina xwe ya di derbarê mutalaya doza daxitinê de teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn kir.

Em nuha parastinên PAKê yên di derbarê îdîaname û mutalaya doza daxistinê de bi raya giştî re parve dikin.

Me bersîvên PAKê yên ji bo îxtarên Serdozgerê Yargitayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn, bi alikarîya hiqûqnasên Kurd rêzdaran Sabahattin Korkmaz, İbrahim Güçlü, M.Celal Baykara, Ercan Sezgin amade kir. Em spasîya van hiqûqnasên xwe dikin.

Di dema amade kirina parastina di derbarê îdîanameya daxistinê de, gelek hiqûqnas û rewşenbîrên hêja bi pêşniyarî û fikrên xwe ve, ji me re bûn alikar.Em spasîya hiqûqnasên hêja Rûşen Aslan, Osman Aydın, Hasan Dağtekin û rewşenbîrên hêja rêzdaran Dr. İsmail Beşikçi, Murad Ciwan, Doç. DR. Osman Aytar, Prof. Dr. Nayif Bezwan dikin.

Parastinên hiqûqî yên di derbarê îdîaname û mutalaya doza ya daxistina PAKê ji alîyê hiqûqnasa hêja rêzdar Derya bayir ve hate amade kirin. Em ji bo vê xebat û westan û keda wê ya bi qîmet spasîya rêzdar Derya Bayir dikin.

Me parastinê xwe ya sîyasî ya bi Tirkî wergerand Tirkî û teslîmî Dadgeha Qanûna Bingehîn. Rêzdar Remzi Kerim bi kedeke mezin û awayekî hesas parastina PAKê ji Tirkî wergerand Kurdî.Rêzdar Mustafa Aydogan jî piştî wergera Kurdî ji alîyê rêzdar Remzzî Kerim ve hate amade kirin, bi hinek pêşniyarîyên xwe alîkarîya me kir. Em spasîya xwe ji rêzdaran Remzi Kerim û Mustafa Aydogan dikin.

Piştî ku hiqûqnas û rewşenbîr û sîyasetmearên hêja bîr û ray û pêşniyarîyên xwe di derbarê parastina PAKê ya di derbarê doza daxistinê de pîekêş kirin, Meclîsa PAKê û Meclîsa PAKê ya Ewrûpayê taslaxên parastinên bi Kurdî û bi Tirkî nirxandin, bîr û rayên xwe yên dawî pêşkêş kirin. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî şiklê dawî da prastina bi Kurdî û Tirkî û peşkêşi Dadgeha Qanûna Bingehîn

27.07.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button