Civak

Serok pîrozbahî li Mîrê Ezidiyan kir

Bi minasebeta destnîşankirina  Mîrê Kurdên Êzidî, Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji mîrê nû yê Êzidiyan re xwast û piştevaniya xwe jî jê re derbirî.

Peyama Serok Barzanî:

Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyan

Bi boneya destnîşankirina we wek Mîrê Êzidiyan, bi germî pîrozbahiyê li we yê birêz û tevahiya xwişk û birayên Kurd ên Êzidî dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Kurdên Êzidî pêkhateyeke resen a netewa Kurd û gelê Kurdistanê ne û hêvîdar im di erkê nû de bi baştirîn şêwe xizmeta wan xwişk û birayên me bikin û em jî hevkar û piştevan dibin.

 

Back to top button