Polîtîk

Pêşmerge bi temamî cih nebin kurd bardikin

Fermandarê hêza pêşmerge Husên Mensûr di vê derbarê  de ji PNA re got: ´´Niha hêzên me bi hevbeşîya hêzên Amerîkî û Iraqî rojane bi awayê berdem û gerok diçin nav deverên Celewla, Seidîye û Qeretepe û deverên dinên dabirandî. Belê ew kar serkeftî nabe û êriş û metirsîyên grûp û komên çekdarên terorist ji bo ser hevwelatîyên Kurd ên wan deveran kêm nake´´.
 
Husên Mensûr weha jî got: ´´Em ji bo bi temamî li deverê cih bibin çavrûya fermanê dikin. Tenê cihbîna hêzên peşmerge bi temamî li deverê  dibe demana parastina  xelkê deverê.
Herweha di vê derbarê dehev, welatîyekî genc ê bajarê Celewla jî yê bi nave Hêmin Ebbas dibêje, ku hatina hêzên pêşmerge herçende kurd xweşhal kirine, belê bi mekanîzma niha û tenê bi awayê serdana gerok bo deverê rêgirîyê ji koçkirina kurdan ber bi deverên tenahîyên herêma Kurdistanê nagire. Ji ber ku li gor gotina Hêmin Ebbas dema ku hêzên pêşmerge ji deverê diçin baregehên xwe, erebên şovenîst û çekdarên terorîst zêdetir êrişî ser wan û kurdên deverê dikin.
 
Ewî gencî weha jî da xûyakirin, ku ji ber êriş û tirsa terorîstan piranîya kurdên deverê, niha dixwazin xanî û malên xwe bifroşin û li ser malên xwe banga firotina mulkên xwe dikin.
 

Back to top button